Encûmena parêzgehê beşdarbuna Heşdî Şeibî ya şer ê Mûsilê red kir
Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Nînova Nuredîn Qeblan ji çapemeniya Iraqê re ragehand ku, Encûmena parêzgeh bi piranî deng ve; beşdarbuna milîsên Heşdî Şeibî yên mezhebî di operasyona rizgarkirna bajarê Mûsilê red kir.
Li gor gotinên Nuredîn Qeblan; red kirina beşdarbuna Heşdî Şeibî ji ber ku çekdarên tund ên DAIŞê bi beşdarbuna Heşdî Şeibî ji xwe re alîgiran di bin navê mezhebî de komnekê û bi beşdarbuna milîsên Heşdî Şeibî ve em naxwazin bibe şerekî eşîrî û tayfeyî.
Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Nînova daxwaz jî kir, ku xelkê parêzgehê beşdarî li rizgarkirina bajêr bikin.
Berî naha jî di 20 sibatê 2016 ê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di ragehandinekî li Parlamentoya Iraqê de gotibu; Milîsên Heşdî Şeibî li gel artêşa Iraq û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarî li operasyona rizgarkirina Mûsilê vê bikin.
Piştî gefên artêşa Iraqê yên li parêzgeha Nînova, Selahadîn û Diyala û dagirkirina wan parêzghane ya ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, di meha xizîrana 2014 ê de bi fetvaya mezinê payebilind yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî milîsên Heşdî Şeibî hate avakirin.
Basnews
