Balyozê Yekêtiya Ewrûpa: Qeyrana Darayî mezintrîn hereşeya li ser Herêma Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Duşeme 29-2-2016 pêşwaziya Patrick Simoni Balyozê Yekêtiya Ewrûpa li Îraqê û şandeka pê re kir ku ji Cîgirê Balyoz û Berpirsê Nivînsîngeha Yekêtiya Ewrûpa li Hewlêrê pêk hatibû.
Li hevdîtinekê Sîmonî kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekêtiya Ewrûpa nîşanda û sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkarî û hev ahengiyê û pêdagirî li ser piştîvaniya Yekêtiya Ewrûpa bo Herêma Kurdistanê kir û kurtiyek derbarê erk û çelengiyên şandeya Yekêtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê û Îraqê pêşkêş kir.
Her wiha amaje bi vê yekê da ku ji nêzîk ve haydarê rewşa Herêma Kurdistanê ye û pesna rola gel û hikûmet û pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞê û hembêz kirina hijmareka zêdeya penaber û koçberan kir û ragihand bo vê pirsê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav digirn. Ev yeke jî got li dema serdan kirina Herêma Kurdistanê zanî ye ku qeyrana darayî mezintirîn hereşeya li ser Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîr pîrozbahiya dest bi kar bûna Balyozê nû yê Yekêtiya Ewrûpa li Îraqê kir û hêviya serkrtinê jê re xwest û amadeyî ya Hikûmta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê jê re nîşan da.
Her wiha kurtiyek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, bi taybetî astengên wek qut kirina pişka Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê, şerê dijî terorîstên DAIŞÊ, hatina gelek penaber û koçberan bo Herêma Kurdistanê û daketina nirxê petrolê bi awayekê berçav kû hemûyan bi hev re bandoreka gelek nerênî bo ser rewşa Herêma Kurdistanê Heye.
Serokwezîr amaje bi pabend bûna Hikûmeta Herêmê bi reforman ji bo çareser kirina qeyrana darayî kir û bo vê yekê jî Hikûmeta Herêmê dixwaze civaka navdewletî bi giştî û dost û hevpeyman bi taybetî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û bi awayekê rastîn rewşa Herêma Kurdistanê berçav bigirin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha behsê pirsgrêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand eger Bexda niyeta rastîn ji bo çareser kirina pirsgirêkan hebe, eva Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî bawerî bi çarser kirina tevahiya pirsgirêkan bi riya diyalogê heye, bi taybetî di rewşa niha de her du alî tûşê qeyrana darayê bûne. Serokwezîr ev yeke jî got pêwîste civaka navdewletî pişka Herêma Kurdistanê ji wan qerzan dabîn bike ku bi Îraqê dide.
