Ebûbekir Bexdadî daxwaza dîtina hevjîna xwe kir
Li gor çavkaniyên îstixbarata Iraqê, hevjîna Ebû Bekir Bexdadî ya bi navê Dian Kroger (helgira regeznameya Almanî ye) ligel 2 keçên din ji mala xwe ya li Mûsilê reviya ye.
Televîzyona Someriya ya Iraqî jî belav kiriye ku, “xelîfeyê DAIŞê” Ebû Bekir Bexdadî ferman daye hêzeke taybet a wê rêxistina radîkal, ji bo ku hevjîna wî û 2 jinên pê re bibînin.
Niha jî çekdarên DAIŞê li nava Mûsilê kirine ferman li pey her 3 jinan.
Dian Kroger, piştî ku ligel Bexdayê hevjînî pêk aniye, bibû seroka dadgeha karûbarên jinan.
Lê heta niha nehatiye zanîn bê, Kroger û ew 2 jinên din li Mûsilê ne yan reviyane derveyî wî bajarî.
Basnews
