• Friday, 20 February 2026
logo

Li paytext 2 teqînên xwekujî: 24 kuştî

Gulan Media February 28, 2016 Nûçe
Li paytext 2 teqînên xwekujî: 24 kuştî


Îro yekşemî 28ê Sibatê li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê 2 teqînên bihêz çêbûn. Teqîn li bazara Mûrîde ya li taxa Sedr a li rojhilatê bajarê Bexdayê derketin hole.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama her du teqînan de 24 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekê din ve Rêxistina DAIŞê li ser teqînên îro yên li Bexdayê daxuyanî da.

Rêxistina DAIŞê di çend pêgehên xwe yên li ser torên civakî de berpirsatiya her du teqînên îro yên Bexdayê girte ser xwe.

Wan pêgehên DAIŞê ragihandin, teqînên îro yên li taxa Sedr bi rêya 2 çekdarên xwekuj ên wê rêxistinê hatine encamdan.

Rudaw
Top