• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrtaş: Me ji Mele Mistefa, Qazî Mihemed û Şêx Seîd ders standiye

Gulan Media February 28, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Me ji Mele Mistefa, Qazî Mihemed û Şêx Seîd ders standiye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, gelê kurd ji dîroka Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd û Seyîd Riza ders standiyê.

Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş îro li Êlihê beşdarî “Mitînga Aştiyê” ya partiya xwe bû û têde gotarek pêşkêş kir.

Selahattin Demîrtaş di mitîngê de Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û siyaseta AK Partiyê rexne kir û dewleta Tirkiyê bi binpêkirina dîrok û hebûna Kurdan tohmetbar kir.

Demîrtaş ji Kurdan xwest, li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyê derkeve û bang li Kurdan kir yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û wiha got:

“Baweriya me bi yekîtî û tifaqiya me tê. Êdî ev gel bihêz e. Em girêdayî wesiyatnameya Qazî Mihemed a li Qada Çarçirayê xwendiye ne. Wesiyatek a Serokê Komara Mehabadê Qazî Mihemed ji bo me hebû. Gotibû bila baweriya we bihev were û bibin yek. Gelê me ji dîrokê ders standiye, ji Qazî Mihemed, Mele Mistefe, Şêx Seîd û Seyid Riza.”

Hevserokê HDPê rica ji xortên kurd kir daku fêrî dîroka rasteqîn a kurd û Kurdistanê bibin û got: “Kesên ku nezanin çi hatiye sere Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, kesên ku nezanin çi li Dêrsimê, Zîlan û Agirî qewimiye, dê paşêrojê jî nizanibeî. Fêrî dîroka me ya rasteqîn bibin.”

Rudaw
Top