'Tevgera Goran li ser gohertina Yusif Mihemed rizamendî nîşanda'
Ji fraksiyona PDKê û endamê Parlamentoya Kurdistanê Ferhan Cewher ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK naha jî bi biryare li ser gohertina Serokê Parlamentoya Kurdistanê, di vê derbarê de Tevgera Goran jî bi nermî nêzîk bun û diyar kirin ku, hemû babet û mijarek pêwîste li ser nirxandin û gotûbêj bêne kirin û daxwazên me jî dikevin nav çarçoveya wan gotinan.’’
Li gor Ferhan Cewher; Yusif Mihemed di Parlamentoyê de bê alî nebuye û diyar kir: ‘’Di îdare kirina Parlamentoyê de ne serkeftî bu. Ji bo em carekedin pirsgirêkan jiyan neken, li gor me ya baş Tevgera Goran bixwe di cîha wî de kesekî din diyar bike.’’ Herwaha Ferhan Cewher diyar kir: di cîha Yusif Mihemed de kesek din destnîşan kirina Tevgera Goran wek tiştekî dûr nîne.
Basnews
