Şandekî Wezareta Pêşmerge serdana Amerîkayê dike
Derbarê serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo Amerîkayê, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji K24ê re tekez kir ku, bi armanca pêkanîna civînan ligel berpirsên leşkerî yên Amerîkayê şandeke Wezareta Pêşmerge di11e yê meha bê dê, serdana Amerîkayê bike.
Yawer aşkere kir ku, şanda Wezareta Pêşmerge ya ku serdana Amerîkayê bike, ji Serokatiya Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet Kerîm Singalî û hejmarek pêşmerge pêk tê.Da zanîn ku dê bi awayeke fermî daxwaza alîkariya darayî û çekan bo Hêzên Pêşmerge bikin.
Serdana şanda Wezareta Pêşmrege bo Amerîkayê di demekê de tê ku, ev du salin Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.
K24
