Demirtaş daxwaza agirbestekê li Tirkiyê jî dike
Demirtaş piştî ku mîtînga xwe ligel endam û alîgirên partiya xwe di bin nave (Demokratî û aştî bo Rojhilata Navîn) li pêşiya baregehê HDPê li bajarokê Akdenîz got: “Em di bin fişaran de hewil didin siyasetek demokrasî bikin, em di qonaxek hestiyar de karîbûn bibin sêyem mezintirîn partî di welat de.”
Navborî amaje bi agirbesta li Sûriyê kir û got: “Inşallah hemû alî pabendî agirbestê bin, xelkê Sûriyê ev 5 salin di karesetekê de dijîn, inşallah dawî bi vê sitemiyê bê, bi hêvîme agirbest li Sûriyê berdewam bike, êdî em dixwazin degnê çekan li Sûriyê.”
Herwiha tekez kirk u aştî bûye daxwazek sext û got: “Em herdemê ligel aştiyê dene û daxwaz dikin ku dawî bi vê cengê were, ma qey agirbestek bi vî rengî li welatê me jî pêkbê tiştekî seyre? Heger embêjin bila dengê çekan êdî raweste ma ev daxwazek seyre?”
Basnews
