• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Vê carê PKKê boriya neftê teqand

Gulan Media February 27, 2016 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Vê carê PKKê boriya neftê teqand
Berdevkê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku; Teqandina boriya neftê ya Herêma Kurdistanê li bajarê Ruha ya li ser Kurdistana Bakûr ji aliyê PKKê ve pêkhatiye.

Berdevkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Dengê Amerîkayê re ragehand; Di dema derbasbuyî de dema ku boriya nefta Kurdistanê dihate teqandin, PKKê bixwe ragehand ku borî wan teqandiye. Naha jî wek berê PKKê borî teqand û ziyanekî zêde gehande dahata Herêma Kurdistanê.

Di derbarê ziyanê yek roja teqandina wan boriyên neftê de jî Sefîn Dizeyî ragehand: ‘’Hemû wezaret ne wek yekin. Wezaret heye bi 10 milyon dolar mûçeyê mehekê dikare bide. Lê wezaret jî heye 130 milyon dolar pare pêwîste ku bikarê mûçeyê mehekî bide. Wek wezareta Pêşmerge û Perwerde.’’
Her di vê ragehandinê de Sefîn Dizeyî diyar kir; ‘’Bi giştî deynên Kurdistanê 12 milyar dolare û eger faîz jî li ser bê hesibandin dike 18 milyar dolar.’’

Basnews
Top