• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Îmaratê: DAIŞ û Heşdî Şeibî wek yekin

Gulan Media February 27, 2016 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îmaratê: DAIŞ û Heşdî Şeibî wek yekin
Wezîrê Derve yê Îmaratê ragehand ku, rêxistina tund a DAIŞê û Milîsên Heşdî Şeibî wek yekin û tu cudayiyek dinava wan de tuneye.

Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdula Bîn Zeyd El-Nehyan, di daxuyaniyekî çapemenîde li Moskovê ragehand ku têkbirina DAIŞê pêwîstî bi têkbirina milîsên Heşdî Şeibî yên Iraqî jî heye.

Ev ragehandina Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdula Bîn Zeyd El-Nehyan, bu sedema nerazîbûnên hikûmeta Iraqê û ji bûroya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember vê ragehandina wezîrê Îmaratê, daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin; ‘’Wekî yek nirxandina wan her dû grupên çekdar em red dikin û wezîrê derve yê Îmaratê dixwaze Iraqê sivik bike û destdirêjî ser karûbarên Iraqê kiriye.’’

Basnews
Top