Hilbijartinên Rojhilatê Kurdistanê – 7 parlamenterên Kirmaşanê diyar bûn!
Hijmartina dengên hilbijartinên giştî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ber bi xilasbûnê ve diçe.
Li bajarên eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî hijmartina dengan kêm maye xilas bibe.
Li gorî agahiyan, li bajarê Îslamavaya Rojava, namzedê reformîst Hişmetullah Felahetpîşe serkeftin bidest xistiye, li navçeyên Sehne-Hersîn-Kingawerê jî, ku tenê nûnerek wan heye, Hesen Silêmanî piraniya dengan bidest xistiye.
Li Qesra Şîrîn-Serpêl-Gîlanxerbê jî Ferhad Teczî kariye hevrikên xwe li dû xwe bihêle, li Pawe-Hewramanê jî Şehab Nadirî bilîta parlamentoyê qezenc kiriye.
Li navçeya Sinqerê jî mela Seyîd Cewad Husênî Kiya, serkeftin bidest aniye.
Li bajarê Kirmaşanê jî 2 parlamenter misoger bûne lê ji bo hilbijartina parlamenterê din, dê 2 namzed di dora duyem de hevrikiyê bikin.
Li gorî qanûnên Îranê, eger namzedek nekare di hilbijartinan de dengên pêwîst bidest bîne, derbasî dora duyem dibe. Dora duyem jî mehekê piştî hilbijartinan tê kirin.
Rudaw
