Hikûmeta Almanya: YPG û PYD ne terorîst in!
Di bersiva pirsyarnameyekê de ku ji aliyê parlamentera almanî ya bi eslê xwe kurd Sevîm Dagdelen ya ji Partiya Çep ve pêşkeşî hikûmeta Almanyayê hatiye kirin, tê gotin: “Ne Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ne jî baskê wê yê leşkerî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistinên terorîstî nehatine hejmartin.”
Bi vê bersiva “nerm“ hikûmeta Almanyayê li aliyekî ve naxwaze ku Tirkiyê aciz bike, di heman demê de jî diyar dike ku ew li gor lîsteya Neteweyên Yekbûyî ya rêxistinên terorîstî tevdigere.
Di bersiva hikûmeta Almanyayê de herwiha tê diyarkirin ku ew bi şêwazekî giştî PYDê û YPGê weke beşen hêrêmî yên PKKê dibînin, ku PKK jî ji aliyê xwe ve li ser lîsteya Yekîtiya Ewropayê ya rêxistinên terorîst e, lê PYD û YPG bi xwe ne li ser lîsteya rêxistinê terorîst ya Yekîtiya Ewropayê ne.
Li ser pirsa ka Almanya wê bikeve nav hewldanan, da ku PYD jî bo civînên Genevreyê yê li ser Sûriyê bê vexwendin, hikûmeta almanî diyar dike ku ew PYDê di dijberiyeke diyar ya bi hikûmeta sûrî re nabîne, bi taybetî di aliyê leşkerî de, lê hikûmeta almanî alîgirê wê yekê ye ku ji bilî hikûmet û dijberiya sûrî hemû aliyên din yên giring jî, di nav wan de PYD jî, xwedî mecal bin ku dîtinên xwe yên derbarê siberoja siyasî ya Sûriyê de diyar bikin.
Li ser pirsa hesabkirina PYD-YPG weke rêxistinên terorîstî, di navbera Tirkiyê û welatên rojavayî de, bi taybetî DYA, nakokiyên mezin hene. Tirkiye hewl dide ku PYD-YPG weke rêxistinên terorîstî bên dîtin, di serî de DYA û welatên rojavayî diyar dikin ku ew YPGê weke hevpeymanê xwe di şerê li dijî DAIŞê de dibînin û arîkariya YPGê dikin.
Rudaw
