• Friday, 20 February 2026
logo

Îbrahîm Biro: Fedraliyet çareseriyeke başe bo gelên Sûriyê

Gulan Media February 26, 2016 Nûçe
Îbrahîm Biro: Fedraliyet çareseriyeke başe bo gelên Sûriyê
Di çarçoveya serdanên xwe de bo hin welatên Ewropayê, 25 Sibatê di salona PallasT de Serokê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro semînarek jibo revenda kurd pêşkêşkr, di semînarê de nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hin partî û aliyên siyasî û hejmareke zor a alîgirên ENKSê û hejmareke kesayetiyên navdar ji wan jî Dr. Mihemedsalih Cum'e û şandeke ji malbatên kurdên Libnanê.

Serokê ENKSê di destpêka semînara xwe de, behsa armanc û encama serdana xwe ji bo Cinêv û beşdariya şanda ENKSê kir, balkişand ser wê yekê ku ew beriya beşdarî Cinêv3 bi bin, daxwaza yekhelwîstiya nûnertiya Kurdên Rojava kiribû, lê sedema ne bûna wan bi yek şand vegerand bo nakokiyên di Cinêv 2 de.

Biro diyarkir ku li Hewlêrê ew bi aliyê PYDê re civiya bûn, aliyê din gotibû ku wê yek şanda kurdî hebe bi serê xwe ew jî Rûsiya piştgiriya wê dike, lê şandeke ENKSê beriya civînên Cinêvê bi 5 rojan serdana Rûsiya kirbû behsa wê kirin ku wê Rûsiya piştgiriyê bike, lê Rûsiya ij wan re got ev xewin û xeyale ti rastî bûna wê nîne, tenê du alî beşdarin yek Rijêm yan di jî Opozosiyon ji xwe re yekî hilbijêrin.

Îbrahîm Biro da xuyakirin ku wan helwîsta xwe ji Rûsiya re da ye diyarkirin ku ew nema tevî şandeya rijêmê bi bin, lê Opozosyon alternatîvek başe. Sebaret rewşa welatiyên Rojava, serokê ENKSê dibêje, bi hezaran xortên me ji sedemên kiryarên ne baş ên PYD û Asayîşa wê derdikevin niha bawerim di vê salona semînarê de çendîn xort ji sedemên PYDê ji Rojava derketine, ev tiştane jî rewşa kurdî zehmet dikin, em hêvîne ku bi hevra projexeke kurdî bikin, jiber ku Suriyê ber bi parçe bunê ye, bila her gelek milletek ber bi mafê xwe biçin.

Îbrahîm Biro got jî ku ew Federaliyê dixwazin, ew projeya wan a destpêkê bû ye û niha hemû dunya liser wê projeyê kar dikin, ev jibo me jî başe.

Di bersiva pirsên BasNews de Îbrahîm Biro bi spasî ve wiha bersivandin.

BasNews: Hûn çima xwe bi Surî didin naskirin, niha Suriyê parçe buye?

Biro: Mixabin heya Kurdistan parçe kiriye, em Rojavayê Kurdistanê bi Kurdistana Suriyê didin naskirin, Rojava, rojavayê kîjan welatî ye?, ew xwe bazdane ji hebûna Kurdistanê, dema welatek me serbixwe çêbû, wê demê emê bêjin.

BasNews: Di konferansa München de Barzanî ji welatan re got deriyê Hewlêr bo Qamişlo vekiriye, çi alîkarî digehin we?

Biro: Jibo wergirtna alîkariya Barzanî, ji mere yek derî vekirî bû ew jî deriyê başûr bû, Serok Barzanî li me xwedî derketiye û bi hemû rengan alîkarî bûne, tevî ku zehmetî jî liser wan hene, Pêşmergeyên me jî ji aliyê Başûr ve tên xwedî kirin me ti rêyên di nînin, welatên ku xwastine alîkarî bikin helbet wê bi rêya Hewlêrê be, tenê me ew rê heye.

BasNews: Hûn tevî kîjan projeyê ne?

Biro: Du proje hene, yek jê projeya neteweyî, em weke ENKSê xwe beşek ji xeta neteweyî dibînin, projeya Xweseriya Demokratîk em ligel wê nînin.

BasNews: Kengî wê Pêşmergeyên Rojava vegerin?

Biro: Vegera Pêşmerge, yan divê bi rêkeftin be yan jî bi biryarekî, em naxwazin Pêşmerge vegerin şerê birakujî dirust be, herêma Kurdistanê pir alîkarî kirin û rêya me ligel Emerîka çêkirin, dibe ku herêm û Emerîka wê biryarê bidin.

BasNews: Rewş û systema Xwendinê çawaye?

Biro: Dibistan bûne wargehên partiyan , 50 sal me xebat kir ku dibistan bi bin Kurdî, lê niha dibistan bûne dibistanên partiyekê, nabe xwendekar, zaroyên me fêrî bernameya partekî bibin, divê weke mafê wan fêrî zimanê xwe bibin, tecrubeya herêma Başûr heye em dikarin ji wan fêrbibin, saleka xwendinê ji zaroyên me çû, ev pir ne başe, em dixwazin xwendin berdewam bike.

basnews
Top