• Friday, 20 February 2026
logo

Sikot Bets: Lazime Kurd bibin xwedan dewleteke serbixwe

Gulan Media February 26, 2016 Nûçe
Sikot Bets: Lazime Kurd bibin xwedan dewleteke serbixwe
Serokê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Sikot Bets ragihand ku divê li Rojhilata Navîn kurd jî bibin xwedan dewlet.

Serokê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Sikot Bets li ser pirsa referanduma Kurdistanê ragehand ku divê Amerîka gefên DIŞIê li herêmê nehêle û li Rojhilata Navîn divê kurd jî bibin xwedî dewlet û xwedîyê biryara xwe.

Sikot Bets di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Divê Amerîka peywendîyeke nêzîk li gel welatên herêmê deyne û baweriyê bide welatan ku Amerîka bi wan re ye. Amerîka divê giringîyeke zêde bide pêwendîyên xwe li gel kurd û Kurdistanê. Ji bo ku Pêşmerge hêzek serekeye di şerê dijî DIŞIê de.

Sikot Bêts di dirêjiya axaftina xwe de got: Her wiha divê kurd li ser lingên xwe biseknin, dewleteke wan hebe, bibe xwedîyê biryara xwe û Amerîka jî piştîvanîyê li wan bike.

Top