Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Îtîlafa Elmutehîdun kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş ya li parêzgeha Nînowa û amadekariyên operasyona azadkirina bajarê Musilê kirin.
Nirxandina qonaxa piştî şerê Da'îş û paşaroja navçeyên azadkirî û hemahengî û tebayî ya di navbera pêkhatan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
