• Friday, 20 February 2026
logo

Hilbijartinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê bûn

Gulan Media February 26, 2016 Nûçe
Hilbijartinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê bûn
Hilbijartinên Parlamento û Encumena Şarezayên Rêberî yên Îranê îro li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê bûn.

Îro înê 26ê Sibatê di saet 07:30 li gor dema Hewlêrê, hilbijartinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê bûn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdurehman Fezlî îro saet 08:00 li gor dema Tehranê destpêkirina hilbijartinn Îranê ragihand.

Li gor agahiyan, di demên destpêka hilbijartinê de, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî li navendeke dengdanê li bajarê Tehran ê paytextê Îranê dengê xwe da. Elî Xaminêyî piştre di peyamekê de daxwaz ji xelkê Îranê kir, beşdariyeke berfireh di hilbijartinan de bikin.

Hilbijartinên Parlamentoya Îranê û Encumena Şarezayên Rêberî di 31 parêzgehan li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêve diçe.

Li gor zanyariyên ku Wezareta Navxwe ya Îranê belav kirine, di hilbijartinên vê carê de 54 milyon û 915 hezar û 24 kes mafê dengdanê hene.

Wezareta Navxwe ya Îranê ragihandiye, bo hilbijartinên Encumena Şarezayên Rêberî 31 navendên sereke û 1 hezar û 31 navendên lawekî hatine diyarkirin.

Herwiha bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê jî, 4 hezar û 844 kes bo bidestxistina 29o kursiyên parlamentoyê rikeberiyê dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Îranê, hilbijartinên parlamentoyê di 207 navedên sereke û 855 navendên lawekî birêve diçe.

Herwiha 52 hezar binkeyên dengdanê û 120 hezar sindoqên dengdanê bo her du hilbijartinan li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine amadekirin.

Hejmara parêzgehên Îranê bi yên Rojhilatê Kurdistanê ve 31 parêzgeh in.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 161 namzed li 31 navendên hilbijartinê rikeberiyê bo 88 kursiyên Encumena Şarezayên Rêberiyê dikin.

Li gor zanyariyan, 470 rojnamevanên 29 welat rûmala hilbijartinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Ti çavdêreke navdewletî yan jî herêmî çavdêriya hilbijartinên Îranê nake.

Komisyona Hilbijartinan a Îranê ragihandiye, dema hilbijartinan 10 saet e û ji 08:00 serê sibê heya 18:00ê êvarî ye, lê belê tekez kiriye, li wan navendên dengdanê ku hejmarek zêde ya dengderan mabin, ku dengê xwe nedabin, dibe ku li gor pêwîstiyê dema hilbijartinan were zêdekirin.

Agahiyên nû tên…

Rudaw
Top