Felah Mistefa: Me alîkariya leşkerî divê, ne pesnên me bidin
Di hepeyvîneka taybet bi Kurdistan24, berpirsê Fermengeha Peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand: Serdana serokê Herêma Kurdistanê bo welatê Elmanyayê, serdaneka serkeftî bû. Hemû serkirde û nûnerên wan welatên ku serokê Herêma Kurdistanê li gel civiya, sozdan alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Barzanî rûbirû bi wan re ragehand ku rifrandom li Herêma kurdistanê di dema xwe de dê bê pêkanîn.
Felah Mistefa got jî: Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo beşdarbuna li Konferansa Siyaseta Asayîşa Navnetewî li Munchenê û ew kombûnên dû alî ku di konfiransê de hatin encamdan li gel hejmareka berpirsên cîhanê û welatên cîhanê, derfetek bû ku ew rewşa li Herêma Kurdistanê heye bixe berçavan û hevdem daxwaza alîkariyê û piştîvaniyê bike bo derbas kirina wan tengasiyên ku heyî li Herêma Kurdistanê.
Got jî: hemû ew alîyên ku rasterast behsa rewşê ji serok Barzanî bihîstin û pêdivîyên Herêma Kurdistanê zanîn, sozdan ku alîkariya me bikin, daku bi ser evan tengaviyê derkevin û Herêma kurdistanê serkevtî be li ser evê rewşê.
Felah Mistefa amaje bi wê yekê jî kir: Qurbanî û xweragirîya Pêşmergey cihê pesnên civaka navnetewiye. Lê me zêdetir divê, wek alîkariya serbazî û xercên Pêşmerge pêdiviyeka nihayiye, ev hijmara mezina koçberan ku li Herêma Kurdistanê heye, cihê wê yekêye nekû pesin bê kirin belkû bên pêş û ev bargiranîya kevtîye ser Hikumeta Herêmê Kêm bikin.
Basnews
