Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêrê kir
Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêr xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê û destbikarbûna xwe ya wekî yekem Konsolê welatê xwe li Hewlêra paytext nîşan da. Her wiha silavên Paşa û her dû Cîhnişîn û Wezîrê Derveyê Sû'ûdiye bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihand. Tekez jî li wê yekê kir ku kar ji bo berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan û kûrtirkirina dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Sû'ûdiye dike.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvana kir û hêviya serkeftinê li erk û karê Konsolê Giştî yê welatê Sû'ûdiye xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan pêşwaziyê li pêşxistina dostayetî û birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Sû'ûdiye kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê metirsiyên teror û hereşeya hizra tundrewî ya li ser asayîş û aramiya navçeyê û pêkvejiyana di navbera gelan de danustandina bîr û ramanan kirin.
