Li Hezexa Şirnexê şerekî giran heye: 12 cenaze rakirin!
Li navçeyên Hezexa Şirnexê û Sûra Amedê şer û pevçûn didomin.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak ragihand, li navçeya Hezexê 12 cenaze rakirine nexweşxanê lê nayê zanîn ew cenaze, yên sivîlan in yan jî yên şervanan.
Duh helîkopterên şer jî li Hezexê tevlî operasyonêê bibin û bajar dabûn ber rokêtan.
Dekak li ser rewşa Sûra Amedê jî got, li aliyekî şer didome li aliyê din jî hunermend û akademîsyen bi Walîyê Amedê re di nav hevdîtinê de ne ji bo rizgarkirina wan sivîlên ku li Sûrê asê mane.
Peyamnêrê Rûdawê behsa vekirina korîdorekê ji bo wan sivîlan jî kir û got, duh li Sûrê derdora 2 saetan korîdorek hat vekirin lê ti kes ji Sûrê derneket.
Maşallah Dekak her wiha ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî, kesek rastî êrişa polîsan hatibû û niha li Amedê tê dermankirin.
Derheqê navçeya Dêrikê jî Dekak got, li wir jî şer didome…
Rudaw
