Helwesta YPGê li ser agirbesta Sûriyê
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji Reutersê re got, em wek YPG, vê agirbestê girîng dibînin ji ber wê jî emê agirbestê pesend bikin, lê mafê me yê parastina rewa dê parastî be.
Amerîka û Rûsya beriya niha li ser wê yekê li hev kiribûn ku roja 27ê vê mehê li Sûriyê agirbest were ragihandin. Rêxistinên DAIŞ û El Nusra li derveyî agirbestê tên hîştin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, madem DAIŞ û El Nusra li derveyî agirbestê ne divê YPG jî li derveyî agirbestê bimîne!
Rudaw
