• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Encumena Asayişê ya NY li ser serxwebûna Kurdistanê dipeyîve

Gulan Media February 24, 2016 Nûçe
Serokê Encumena Asayişê ya NY li ser serxwebûna Kurdistanê dipeyîve
Serokê Encumena Asayişê ya NY, Rafael Ramirez li ser serxwebûna Kurdistanê got, dibe ku welatên kolonyalîst ew sînor ji bo xwe kişandibin lê niha êdî ew “sînorên rasteqîn” in.

Rafael Ramirez, ku di heman demê de Balyozê Venzuela li YN ye jî, bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî da.

Ramirez, li ser serxwebûna Kurdistanê got, eger meseleya serxwebûnê tenê girêdayî du aliyan be wê çaxê divê ew her du alî vê yekê çareser bikin lê eger wisa nebe divê bi rêya diloga rasteqîn ev arîşe çareser bibe.

Li gorî Serokê Encumena Asayişê ya NY, dibe ku welatên kolonyalîst sînorên ku niha hene, li gorî berjewendiyên xwe kişandibin lê niha êdî ew sînor, hene û divê rastiya wan bê qebûlkirin…

Hevpeyvîna Rûdawê bi Rafael Ramirez re şeva borî 22:05 bi dema Hewlêrê hat pexşkirin. Ev jî lînka wê ye:

Rudaw
Top