'Gotinên Balyozê Erebistana Siûdî di derbarê Kurdistanê de Şîe aciz kirin'
Parlamenterê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîe Mihemed Seyhud di ragehandinekî de diyar kir; Erebistana Siûdî li herêmê ji bo parastina Îsraîlê siyaseta alozî avakirinê û fitnetiyê pêşdixe.
Li gor Mihemed Seyhud: ‘’Balyozê giştî yê Erebistana Siûdî Ebdulmunîm Mihemed Mehmûd li Herêma Kurdistanê ji ber ku dibêje, Erebistana Siûdî pişta xwe nade Herêma Kurdistanê û tenê nahêle, destwerdana karûbarê navxweyî ya Iraqê dike.’’
Herwaha ew Parlamenterê Şîe daxwaz li hikûmeta Iraqê kiriye ku, ji ber daxuyaniyên balyozê giştî yê Erebistana Siûdî lêkolîn li gel herêma Kurdistanê bê kirin.
Basnews
