Mogherini: Ewropa piştgîriyê nade serxwebûna Kurdan
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa îro li pêşberî Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Federica Mogherini di gotara xwe de amaje bi rêkevtina navbera Amerîka û Rûsya bo ragihandina agirbestê li Sûriyê kir û kêfxweşiya Yekîtiya Ewropayê li hember wê rêkevtinê anî ziman.
Mogherini li ser dahatûya Serokê Sûriyê Beşar Esed jî got, nabe Esed beşek be ji desthilata pêşerojê ya li Sûriyê.
Derbarê pirsa Kurd û daxwaza bidestxistina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û otonomî yan jî serxwebûn li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de jî, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa ragihan, Ewropa piştgîrî li cudabûna Kurdan nake, çi li Iraq, Tirkiye yan jî li Sûriyê be.
Federica Mogherini got: “Yekîtiya Ewropayê piştevaniyê li ti acendayeke cudaxwaziyê ya Kurdan nake, çi li Tikriyê be yan jî li Iraqê û Sûriyê.”
Li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pevçûnên ligel Tirkiyê, Mogherini da xuyakirin: “Yekîtiya Ewropa hemû kiryarên terorîstî şermezar dike û PKKê wek rêxistinek terorîstî dibîne.”
Mogherini amaje bi çareserkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û got, pirsa Kurd tenê bi rêyên wek “qonaxa çareseriyê” yê bigihîje encamê.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa li ser aloziyên navbera Rûsya û Tirkiyê û egera derketina şerek di navbera her du welatan de jî axivî.
Mogherini got: “Ez behsa şerê sar nakim, belku em ji çêbûna şerekî germ di navbera Tirkiyê û Rûsya ditirsin, ku ew yek jî di berjewendiya ti kesî de nîne.”
Rudaw
