• Friday, 20 February 2026
logo

Yekgirtûyên Îslamî: Tişta ku PKK dike ragehandina şer e!

Gulan Media February 23, 2016 Nûçe
Yekgirtûyên Îslamî: Tişta ku PKK dike ragehandina şer e!
Endamekî Parlamentoya Kurdistanê li fraksiyona Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê amaje bi metirsiya gefên PKKê yên li ser aboriya Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Ragehandina Şer e li dijî Kurdistanê.’’

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê li ser lîsteya Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê Hacî Karwan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dahata li pişt aboriya Kurdistanê petrole, bi awayekî sedî 95 dahata Kurdistanê li ser petrol ango neftêye. Ew rêjeye jî, ji Tirkiyê ve ji bo bazarên cîhanê diçê. Naha PKK gefa li ser boriyên petrolê dixwa, şer ê ku PKK dike çend rehendên vê hene. Ji wan yek ew şer ê ku bi wan tê kirin, duyem jî şevata di dilêwan de heyî ciha ku biçin di serê Tirkiyê de derxin dixwazin di serê boriyên neftê yên Herêma Kurdistanê de derxin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Eger PKK rast dixwaze tiştekî bike û zerer bide dewleta Tirkiyê, bila biçê boriyên neftê yên dinava Tirkiyê û Îranê biteqînê. Nabe boriyên neft û gaze yên Îranê ji aliyê PKKê ve bê parastin ku derbasî Tirkiyê dibe. Dixwazin boriyên gaze yên Kurdistanê biteqînin ewe siyasetekî xelete û ez wek ragihandina şer li dijî Kurdistanê binav dikim û waha dizanim.’’

Basnews
Top