• Friday, 20 February 2026
logo

Konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin

Gulan Media February 22, 2016 Nûçe
Konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin
Erebistana Siûdî konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike. Yekemîn konsulê Erebistanê jî gihîşt Hewlêrê.

Îro bi fermî konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin. Yekemîn konsulê Erebistanê, Ebdulmunîm Mihemed Mehmûd jî gihîşt Hewlêrê û li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hat pêşwazîkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, konsulê Erebistanê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike paşê bi fermî dest bi karên xwe bike.

Hêvîdar Ehmed da zanîn, ji ber ku avahiya konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê hîn xilas nebûye, konsulê Erebistanê dê bi awayekî demkî li avahiyeke din karên xwe bike heta avahiya konsulxanê amade bû.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Erebistanê du sal berê biryar dabû konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke lê ji ber ku hikûmeta digot, heta balyozxaneya Erebistanê li Bexdayê venebe, nabe konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê vebe ji ber wê jî vekirina konsulxanê gîro bû.

Rudaw
Top