• Friday, 20 February 2026
logo

Demirtaş ligel Wezîrê Derve yê Îtalyay civiya

Gulan Media February 22, 2016 Nûçe
Demirtaş ligel Wezîrê Derve yê Îtalyay civiya

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demirtaş û Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Paolu Gentiloni rewşa Bakurê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gor ku hatiye belavkirin, îro Duşemê li ser daxwaza Wezareta Derve ya Îtalyayê, Demirtaş ligel Paolu Gentiloni civiya ye.

Di hevdîtinê de, her yek ji Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Hişyar Ozsoy, parlamenterên HDPê Dirayet Taşdemir û Ayşe Acar jî amade bûn, li girî nûçeya ajansa Sputnikê.

Mijara civînê jî li ser polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Rojava, krîza penaberan û qedexeyên ku li Bakurê Kurdistanê tên meşandin bû.

K24
Top