• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî li gel mamostayan dicivin

Gulan Media February 22, 2016 Nûçe
Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî li gel mamostayan dicivin
Biryare îro Yekitiya Mamostayên Kurdistanê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi cive.

Endamê Rêvebiriya Mamostayên Kurdistanê Dr. Nadir Nanekelî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare îro di demjimêra 14:30 piştî nîvro Encûmenê Wezîran bi serokatiya, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî de, li gel Yekitiya Mamostayên Kurdistanê bi civê. Herwaha nûnerê wezareta Perwerdê û Wezareta Xwendina Bala jî beşdar dibin. Di civînê 11 xalên serekî yên daxwazên mamostayên Kurdistanê ne pêşkêşî Encûmena Wezîran dê bê kirin û li ser gotûbêj dê bêne kirin.’’

Dr. Nadir Nanekelî diyar kir: ‘’Xala serekî ya gotûbêjan pêdana nîv mûçeya meha derbasbuyî ya mamostayan, li gel paşde mana mûçeyê mamostayane. Ji ber ku ji naha de gelek nerazîbûn li hember wê biryarê hene.’’

Berî naha jî Yekitiya Mamostayên Kurdistanê û Serokwezîr û Cîgirê Serokê Hikûmetê ji ber daxwazên mamosteyan civîn pêkanîbûn. Lê wan civînane nebûn sedem ku boykota mamostayên li parezgeha Silêmaniyê pêktînin bêne rawestandin.

Basnews
Top