• Friday, 20 February 2026
logo

Salih Muslim: Em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin

Gulan Media February 22, 2016 Nûçe
Salih Muslim: Em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bibin û armanca wan ne kontrolkirina navçeya Ezaz; ye ku bûye xeta sor a Tirkiyê.

Derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de Salih Muslim ji medya Elmanî re axifî û got: "Nexweşiya Tirkiyê ya fobiya Kurdî heye û li gor wê her Kurdek mafê xwe bidest bixe, metirsiye bo wî welatî."

Salih Muslim behsa rizgarkirina navçeya Ezaz a li derdora bajarê Helebê jî kir û wiha axifî: "Ew navçe ne armanca me ye û ti tirseke Hêzên Artêşa Demokrat a Sûriyê jî nîne bo şerê kontrolkirina wê navçeyê."

Hevserokê PYDê wiha dibêje: "PYD ku serpereştiya kantonên Rojavayê Kurdistanê dike, naxwaze serxwebûnê rabighîne û ji Sûriyê cuda bibin. Tenê em daxwaza mafê xwe yê destûrî dikin."

Bi baweriya Salih Muslim ew çekdarên ji Tirkiyê ber bi Helebê ve hatine, armanca wan alîkarîkirina rêxistina DAIŞ û Cepheya El-Nusrayê ye ku Nusre jî baskê rêxistina terrorist a El-Qaîde ye li Sûriyê.

Li gor Hevserokê PYDê Salih Muslim, Hêzên Artêşa Demokrat a Sûriyê bi serpereştiya Emerîkayê bo kontrolkirina bajarê Reqa hatine pêkanîn, ku DAIŞê wek paytexta xelafeta xwe nasandiye û ji sedî 20ê xelkê Sûriyê di bin kontrola wê de ye.

K24
Top