Operasyona Mûsilê - Leşkerên Iraqê ber bi Mûsilê ve birêketin
Li gor agahiyan, hêzên girêdayî dest bi operasyona kontrolkirina Mûsilê kirin.
Artêşa Iraqê duh hêzên xwe yên li navçeya Mexmûrê li başûrê bajarê Hewlêrê ber bi bajarê Mûsilê ve livandin.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubêydî li ser hesaba xwe ya Facebookê belav kiriye, ku yekîneyên girêdayî Lîwaya 71 a Artêşa Iraqê bo kontrolkirina bajarê Mûsilê ber bi vî bajarî ve birêketine.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê herwiha vîdeoyeke dema birêketina hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve jî belav kiriye.
Pêştir di maweya çend rojên borî de hêzên Iraqê li navçeya Mexmûrê hatibûn bicihkirin.
Bicihkirina leşkerên Iraqê li navçeya Mexmûrê bi mebesta destpêkirina operasyona girtina Mûsilê û derxistina wî bajarî ji destê çekdarên DAIŞê de ye.
Di dîmenên wê vîdeoyê de, ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê li ser Facebooka xwe belav kiriye, Xalid Ubêydî di dema birketina hêzên Iraqê de amade bûye û leşkeran bo şer dehf dide.
Xalid Ubêydî herwiha ji leşkeran re diaxive û dibêje: “Şerê Mûsilê şerekî yekalîkir e ku çav li benda wî şerî ne û rih jî şeydayê (aşiqê) wê dibin.”
Ubêydî dibêje: “Di bin dirûşma Em wa tên Nenewa, emê dest bi rizgarkirina Mûsilê bikin.”
Roja 11ê Sibatê Fermandeyê Operasyona Kontrolkirina Mûsilê Necmedîn Cibûrî di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku hêzeke ser bi Firqeya 15 a Artêşa Iraqê bi mebesta şerê Mûsilê gihîştiye Mexmûrê.
Mûsil niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.
Roja 10ê Hezîran a sala 2014ê çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Mûsilê kirin û bêyî şerekî giring û bi revîna leşkerên Iraqê di demek zû de ew bajar xistin bin destê xwe.
Rudaw
