• Friday, 20 February 2026
logo

Efrîn tê topbaran kirin

Gulan Media February 21, 2016 Nûçe
Efrîn tê topbaran kirin
Topbarana Artêşa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê îro jî ranewastiya û tê ragihandin ku 3 welatiyên sivîl di encama van êrişan de birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ji 13’ê Sibatê û vir ve ligel hemû bangên rawestandina êrişan yên hêzên navneteweyî û herêmî, deverên di destê hêzên kurd de topbaran dike. Hat ragihandin ku îro jî Artêşa Tirkiyê gundê Hemam ê bi ser nahiyeya Cindêrsê ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve topbaran dike û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn e.

Êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li dijî vê herêmê dema ku ev dever ketin destê hêzên kurd destpêkir. Hêzên kurd digel êrişên Artêşa Tirkiyê jî pêşveçûna xwe ya ber bi Ezazê ve didomîn e. Hêzên navneteweyî jî li hember êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan aciz in.

Basnews
Top