Artêşa Kanada: Emê Pêşmerge fêrî şerê nav bajaran bikin!
Fermandehiya artêşa Kanadayê ragihand, ew dê li ser perwerdekirina Pêşmerge û hêzên iraqî ji bo şerê DAIŞê berdewam bin û hejmara pisporên xwe yên leşkerî jî li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde bikin.
Di daxuyaniya fermandehiya artêşa Kanadayê de hatiye gotin ku ew dê ji meha Adara îsal de dest bi perwerdekirina Pêşmerge ji bo operasyona Mûsilê bikin û Pêşmerge fêrî şerî nav bajaran bikin.
Artêşa Kanada her wiha daye zanîn, dê 180 pisporên xwe yên leşkerî bişînin Iraqê û 140 pisporan jî bişînin Başûrê Kurdistanê û ragihandiye, Kanada dixwaze bi alîkariya kurdên Iraqê, DAIŞê ji nav bibin û ji vê yekê jî piştrast bibin.
Niha li Iraq û Başûrê Kurdistanê 650 pisporên leşkerî yên Kanada hene.
Hikûmeta Kanada, roja 18ê vê mehê ragihandibû, ji ber ku balafirên şer ên wî welatî erkên xwe di şerê DAIŞê de bicîh anîne, dê balafirên xwe vegerînin Kanada lê dê hejmara pisporên xwe yên leşkerî li Iraqê zêde bikin.
Rudaw
