• Friday, 20 February 2026
logo

We qet ji Tirkiyê re gotiye hûn çima mafên Kurdan binpê dikin?

Gulan Media February 20, 2016 Nûçe
We qet ji Tirkiyê re gotiye hûn çima mafên Kurdan binpê dikin?
Serokê Parlamentoya Ewropa Martin Schulz diyar kir ku divê ji bo koçber û penaberên ku li Başûrê Kurdistanê ne, zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin. Schulz li ser rewşa Bakurê Kurdistanê jî got, divê pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi rêbazên aştiyane were çareserkirin ne bi şer.

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz, duh li paytexta Beljîka-Brûkselê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da. Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî jî çend pirs ji Martin Schulz kir.

Ala Şalî li ser rewşa penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin, ji Schulz pirsî: Nêzîkî 1.8 milyon koçber li Başûrê Kurdistanê hene, Bexda jî alîkariya Hikûmeta Kurdistanê nake. Eger tiştek neyê kirin wê demê dê hemû berê xwe bidin Ewropa. Her wiha li gorî ku ez dizanim Serok Barzanî di vî warî de nameyek ji cenabê te re şandiye. Hûn çawa dikarin alîkariya Başûrê Kurditanê bikin di vî warî de?

Martin Schulz di bersiva Peyamnêra Rûdawê de wiha got: Te behsa mijarek girîng kir. Divê Hikûmeta Bexdayê girêdayî mercan be. Nabe nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bibin sedema êşandina mirovan. Ji ber wê jî ez bi te re hevnêrînim di vî warî de. Eger em li rewşê binêrin, yek ji çareyên sereke ji bo nehîştina arîşeyên koçberan, dayîna pere ye. Te ji min pirsî Yekitiya Ewropa dikar çi bike. Min beriya niha jî gotibû û ez dîsa dibêjim ku divê alîkariya darayî were kirin. Me 2 hefte berê li Londonê zêdetirî 10 milyar dolar ji bo xelkê Sûriyê kom kir. Tişta ku di vir de girîng e ew e ku divê ew pereyê ku tê dayîn, bi duristî were dabeşkirin. Me di civîna Londonê de biryar dabû 4.2 milyar dolar bidin Libnan û Urdinê. Heta niha 1.9 milyar dolar hatiye dayîn, yê din jî maye. Sebema vê jî ew e ku hîn koçber derbasî Ewropa dibin. Lê divê zêdetir alîkarî were kirin bi taybet alîkariya Herêma Kurdistanê.

Peyamnêra Rûdawê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê jî pirs ji Serokê Parlamentoya Ewropa kir û got: Hûn dibêjin Tirkiye hevpeymanekî girîng ê Ewropa ye di çareserkirina kirîza koçberan de. Gelo hûn qet ji wî welatî re dibêjin, tu çima mafên mirov û kurdan binpê dikî?

Martin Schulz: Di tevahiya hevdîtinên ku me bi Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê wî welatî re kiriye, me ji wan re gotiye ku nabe Tirkiye mafên mirov binpê bike û divê bi rêbazên aştiyane pirsgirêka kurd çareser bike. Helbet Tirkiye di çareserkirina kirîza koçberan de hevpeymanekî me yê girîng e.

Rudaw
Top