• Friday, 20 February 2026
logo

ROJAVA – HSDê Şedadê kontrol kir

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
ROJAVA – HSDê Şedadê kontrol kir
Hêzên Sûriya Demokraîtîk bajarê Şedadê kontrol kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja înê 19ê Sibatê bajarê Şedadê li başûr rojhilatê parêzgeha Hesekê kontrol kirin.

Li gor agahiyan, di 3mîn roja operasyona HSDê li başûrê bajarê Hesekê de, şervanên HSDê karîn piştî şer û pevçûnên dijwar bajarê Şedadê bi tevahî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo kontrolkirina bajarê Şedadî li başûr rojhilatê Hesekê di roja 16ê Sibatê de dest bi operasyona Xezeba Xabûrê kirine û ew operasyon îro di 3mîn roja xwe de bû.

Di berdewamiya operasyonê de şervanên HSDê di çarçoveya pêngava Xezeba Xaburê de, 3 gundên Dehra Jorîn û Dehra Jêrîn û gundê Um Hecera El-Şedadê kontrol kirin.

Rudaw
Top