• Friday, 20 February 2026
logo

Bazên Azadiya Kurdistanê teqîneya Enqera li xwe girt

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
Bazên Azadiya Kurdistanê teqîneya Enqera li xwe girt
Di nûçeyekî lezgîn de ku ajansa Reuters li dezgehên ragehandinê belav kiriye, behsa wê yekê kiriye ku girûpek Kurdî opalî teqîneya doh li Enqera li xwe girtiye.

Li gorî nûçeyê girûpa bi nave Bazên Azadiya Kurdistanê bi şêweyekî fermî berpisiyretiya xwe li ber teqîneya doh 18 Sibatê ku li Enqera rûda ragehan diye.

Herwiha ameje bi wê yekê kriye ku Bazên Azadiya Kurdistanê dê berdewam be li ser encamp dana karên li dijî berjewendiyên Tirkiyê.

Doh li ber Fermendariya Hêzên Zemînî yên Artêşa Tirkiyê teqînekê rû da di encam de nêzîkî 100 sebaz birîndar û kuştî ketin.

Di yekem karvedan de Tirkiyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi vê teqîneyê tuhmetbar kir , amerîka jî ragehand ku heta niha ne diyare bê kê ev têîn pêkaniye.

Basnews
Top