Li Sûra Amedê avahiyek bi ser leşkerên tirk de hilweşiya
Li navçeya Sûr a Amedê ku 80 roj in qedexeya derketina derve didome duh li taxa Hasirlî avahiyek bi ser hêzên Tirkiyê de hilweşiya ku 12 endamên hêzên taybet di hundirê avahiyê de bûn.
Li gor agahiyan heya niha 9 leşker di bin kavilên avahiyê de hatine derxsitin lê hêj 3 endamên tevgera taybet ên Tirkiyê di bin kavil de mane asê.
Duh danê sibe şer û pevçûn li navçeyê zêde bibû û dengên teqînên mezin ji navçeyê dihar bihîstin.
Serokatoya Serfermandiya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû di encama operasyonên sibê 2 leşker û polîsek hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve jî çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku di nava du rojan de li Sûra Amedê herî kêm 10 leşker hatine kuştin.
