• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniya civîna îro ya civata Serokatiya PDKê

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Daxuyaniya civîna îro ya civata Serokatiya PDKê

Piştî civîna îro ya civata Serokatiya PDKê daxuyaniyek hate weşandin.

Îro civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî hate lidarxistin.

Di civîna han de giftûgo li ser çend mijarên girîng hate kirin û piştî bi dawî hatina civîna han jî daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de bo raya giştî hate weşandin.

Li gor daxuyaniya han di civînê de behsa rewşa prosesa siyasiya Îraqê hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku prosesa siyasiya Îraqê roj biroj aloztir dibe, her di vê çarçoveyê de behsa têkiliyên Îraqê bi welatên deverê, welatên Erebî û welatên din yên cîhanê û herwiha behsa beşdarî kirina pêkhateyên cuda cuda yên Îraqê di prosesa siyasiya Îraqê de û siyaseta dûrxistina Kurd ji mekanîzmên biryar derkirin û siyaseta giştî ya navxweyî de hatine nîqaşkirin.

Derbarê daxuyaniyên vê dewî yên Serokwezîrê Îraqê de jî, di civînê de PDK piştgîriya xwe bo bersifa hikûmeta Kurdistanê ya li hember daxuyaniyên Ebadî diyar kir.

Her di civîna han de daxwaz ji hikûmeta Îraqê hatiye kirin daku deyinên Kurdistanê bi taybetî deyinên sala 2014an pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê bike.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê, parastina bihevre jiyanê, çareser kirina arîşeyên heyî û pêşxistina jiyana civakî di her warî de hatiye kirin û tekez li ser domandina diyalog û danûstandinan bo çareser kirina kêşeyên heyî hatiye kirin.

Di beşeke din ya civîna han de behsa qirîza darayî û çawetiya çareser kirina qirîza han hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ew qirîza han ne ya aliyekî bi tenêye û ne ya hikûmetê jî bi tenêye lewre lazime tevahiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd jî bo çareser kirina qirîza han hevkarî û piştgîriya prosesa reforman bikin û hewl bo çareser kirina qirîza han bidin.

Herwiha di berdewamiya civînê de jî PDK piştgîriya xwe ya temam bo biryarên Serok Barzanî bo pêk anîna reforman bo çareser kirina qirîza darayî diyar kirin.
Top