• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî li Tirkiya şermezar dike

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî li Tirkiya şermezar dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî li Tirkiya şermezar dike ku roja 17 -2-2016 bi awayekê hovane Enqereya paytext kire armanc. Em zêdebarê xuyakirina hev xemiya xwe digel Komar û Hikûmet û gelên Tirkiye, behî û serxweşiyê ji xizim û kes û karên qurbanyan dikin û hêviya başbûnê bo brîndaran dxwazin.

Êrişa terorîstî nîşanda ku bi hêzkirina bereya dijî terorê erkê bi lezê hemû hêzên deverî û navdewletî ye û berhngar bûnê terorê pêwîstî bi hev ahengî û alîkariya hemû aliyekê heye, bo vê yekê teror bi timamî bihê şkandin û metrsiya wê li ser deverê û mrovatiyê nemîne.

Em li Herêma Kurdistanê ji hemû kesê pitir hest bi êş û azarên kiryarên hovaneyên terorîstan dikin, ji ber ku em li sinorekê dûr û drêj berhingarê terorîstan bûne û bo vê yekê jî me bi hezaran şehîd û brîndar dane.

Careka din em hev xemî û behî û serxweşiyê ji Serokomar û Hikûmet û gelên Tirkiya dikin.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

18-2-2016
Top