• Friday, 20 February 2026
logo

Kî ‘Xelîfeyê DAIŞê’ bikuje, ezê bibim ya wî!

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Kî ‘Xelîfeyê DAIŞê’ bikuje, ezê bibim ya wî!
Lîstikvana sînemayê ya Misrê, Îlham Şahîn dibêje, ew kesê ku “Xelîfeyê DAIŞê” Ebûbekir Bexdadî bikuje, ezê pê re bizewicim!

Lîstikvana ereb a sînemayê Îlham Şahîn, behsa mêrkirina xwe kiriye û şertek sosret daniye pêşiya wî kesê ku bixwaze pê re bizewice.

Îlham Şahîn gotiye, ew kesê ku Ebûbekir Bexdadî bikuje ezê pê re bizewicim. Ne girîng e ew kes xelkê kîjan welatî be.

Wê lîstikvana ereb behsa “Meha Hingivînê” jî kiriye û gotiye, ezê xweşiyek wisa bidimî wî ku ti carî ji bîra wî neçe!

Îlham Şahîn her wiha gotiye, ez nahêlim ew tiştekî bike, ezê bibim xudama wî! û hemû xercên dawetê bidim û ew kuderê bixwaze ezê wî bibim wir!

Li gorî wê hunermenda ereb, eger Ebûbekir Bexdadî were kuştin dê Rojhilata Navîn cardin aram bibe.

Rudaw
Top