Li Amedê teqîn: Herî kêm 6 leşker hatin kuştin!
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro derdora saet 10:00, li ser rêya Amed-Çewligê li nêzîkî bajarokê Lîceyê, dema karwana artêşa Tirkiyê derbas dibû, teqînek pêk hat.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak, li cihê bûyerê ragihand, di teqînê de 6 leşker hatine kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Dekak da zanîn, ji ber teqîna mînîbûsa ku leşker vediguhest, pelixiye û got, 6 cenaza ji aliyê ambulansan ve hatin rakirin.
Artêşa Tirkiyê teqîn avêt stûyê PKKê.
Rudaw
