• Friday, 20 February 2026
logo

Ew kesê ku teqîna Enqerê pêk anî, eşkere bû!

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Ew kesê ku teqîna Enqerê pêk anî, eşkere bû!
Tê gotin ku teqîna şeva borî ya Enqerê, ji aliyê kesekî Sûrî ve hatiye kirin.

Şeva borî li paytexta Tirkiyê-Enqerê, teqînek bihêz çêbû. Di encama wê teqînê de, ku êrişeke xwekujî bû, herî kêm 28 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rojnameya Yenî Şafakê ya Tirkiyê, ku nêzîkî hikûmeta wî welatî ye, pisporên asayişê parçe û şopa tiliyên wî kesê ku êriş pêk aniye, peyda kirine û li ser lêkolîn kirine.

Li gorî agahiyan, piştî lêkolînan, derketiye holê ku êrişkar kesekî Sûrî bi navê Salih Necar bûye ku wek penaber derbasî Tirkiyê bûye.

Ew cihê ku teqîn lê qewimîbû, di navbera parlamento, Wezareta Hundir û Fermandehiya Hêza Asmanî ya Tirkiyê de ye.

Rudaw
Top