Erdogan: Em dê berdewam baregehên YPGê topbara bikin
Recep Tayyip Erdogan ragehand: “Em tênagihên bê çima Amerîka û Rûsya YPGê wek hêzek têrorîst nadin nas kirin, wê ew li ser piştevaniya YPGê poşîman bibin.
Erdogan tekez kir ku, ew dê berdeambin li ser toparan kirina baregehên YPGê “Jiber em wê hêzê bi hêzek têrorîst dizanin.”
Axaftina Serokomarê Tirkiyê di demekê de tê ku, di rojên derbasbûyî de Berdevkê Koşka Sipî ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir ku ew êrîşên xwe li dijî baregehên YPGê rawestîne, jiber ew YPGê bi hêzek têrorîstî nazanin.
Di heman demê de Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê vê pirsgirêkê de civînek encam da û daxwaz ji Tirkiyê kir ku bilez êrîşên xwe li ser axa Sûriyê rawestîne.
Ev maweyê hefteyekê ye Artêşa Tirkiyê bi tundî dest bi toparan kirina baregehên YPGê li Kurdistana Rojava û Sûriyê kirye, bitaybet piştî ku YPGê deverên di bin destê xwe de li bakurê Herlbê zêdetir kirye û ber bi herêmaEfrînê ve diçin. Di encama êerîşên Tikriyê çend şervanên YPGê şehîd û birîndar bûne.
Basnews
