Hêwlêr li benda hilbijartina DYA’yê nasekine!
Tê gotin ku polîtîkaya Barack Obama ya ji Partiya Demokrat a parastina statukoyê, wê di serdema nû ne neyê birêve birin û tê bawerkirin ku Washington di siyaseta xwe ya niha de israr nake. Pispor balê dikşînin polîtîkaya DYA’yê ya midaxelekirina deverên krîz lê heyî an jî derxistina krîzê ku di serdemên Komariyan de pêk tên û li bendê ne ku di hilbijartinên 2016’an de polîtîkaya DYA’yê ya Kurdistan, Iraq, Sûriye û İsraîlê guhertin çêbibin. Guhertinên siyasetê êdî serdema nû de tenê di dema ku Komarxwaz bûn desthilatdar, tê gotin ku dema Demokrat jî bûn desthilatdar wê li herêmê taybet jî li hemberî Rûsyayê siyaseteke tûnd bimeşîne.
Herêma ku bandora hilbijartinên serokatiyê li ser çarenivîsa wê heyî Herêma Kurdiatanê ye. Daxwaza Herêma Kurdiatanê ya pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê beriya hilbijartinên serokatiya DYA’yê jî, tê nirxandin ku ji bo ku piştî hilbijartinan, weke vebijêrkeke defakto li pêşiya Rêveberiya Washingtonê bisekine.
Li DYA gel xwe ji hilbijartênên serokatiyê yên di meha mijdarê re amade dike. Bi destpêkirina pêşhilbijartinan bernamzed jî derdikevin bernameyên televîzyonan û geşedanên li Rojhilata Navîn jî di rojeva bernamzedan de ne. Di pêşbaziya Komariyan de Donald Trump û Senatorê Texasê Ted Cruz derdikevin pêş. Di nava Demokrat de jî Wezîra Karên Derve ya Berê Hillary Clinton û Senatorê Vermontê Bernie Sanders li pêş in.
Hem berendamên Komarxwaz û hem jî bernamzedên Demokrat têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê ji nêz ve dişopînin û tînin ziman ku divê zêdetir piştgirî ji Herêma Kurdiatanê bê dayîn. Nemazetên jî helwesta Barack Obama a ku lihember wê ye ku yekser ji Pêşmerge re çek bên şandin, tê rexne kirin û dengvedanên redkirina pêşnûmeya ji aliyê Senatoya DYA’yê ku ji Pêşmerge re yekser çek bên şandin jî didomin.
Rojnameger û nivîskarên ku niha li DYA’yê ne û hilbijartinên serokatiyê ji nêzde dişopînin, ragihandin ku polîtîkaya DYA’yê ya li hember kurdan nagûhere û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Herêma Kurdiatanê û DYA zêdetir nêzî hevdû kiriye.
Tom Setevenson: Dibe ku Barnie Sanders mafên kurdan biparêze
Tom Setevenson ji BasNûçe’yê re axivî û got ku bigûmana ku namzetên Komarxwaz Donald Trumo û Ted Cruz li ser nexşeyê bizanibin Kurdistanê nîşanî bidin û lê belê namzetên Demokrat wê piştgiriyê bidin tevgerên azadîxwaz. Setevenson balkişand ser cudahiya namzetên Komarxwaz û wiha axivî: “Namzetên Komarxwaz bi taybet jî yên ku niha li pêş in Donald Trumo û Ted Cruz ez bigûman im ku cihê Kurdistanê di nexşeyê de bizanibin di vê derbarê de fikrekî wan hebe. Namzetên Demokrat Hillary Clinton û Bernie Sanders hinek cudatir in. Lê belê raboriyek bihêz a Clintonê ji bo piştgiriya tevgerên azadîzwaz tune ye û ew jî ji gelek aliyan ve dişibe George Bush muhafazakarek klasîk e. Di berdewamiya axaftina xwe de Stevenson diyar kir ku dibe ku ji namzedên Partiya Demokrat Bernie Sanders sîyaseteke biprensîp a ku mafên kurdan diparêze bi rêve bibe û wiha axivî: “Barnie Sanders yek namzede ku di van mijaran de xwedî seknek û prensîb e. Ji ber wê yekê eger yêk mafên kurdan biparêze ev Sanders e. Lê niha ev mijar ji radara Emerîkayê dûr e.”
“Namzet dewleta kurdan niqaş nakin”
Rojnameger -nîvîskar Tom Stevenson amaje bi wê yekê kir ku namzedên Komarxwaz soza biçekkirina kurdan dane lê niha dewletek serbixwe ya kurdan nayê niqaşkirin. Stevenson eşkere kir ku polîtîkaya DYA’yê paralelî ya Tirkiyê ye û ev tişt anîn ziman: “Mixabin asta rabêja polîtîk a DYA’yê gelek girîngiya wê hebû û prensibî bû, gelek ketiye. Digel vê meseleya serxwebûnê ya li çar parçeyan jî dibe ku nebe mijara niqaşan jî û îxtîmala vê jî gelek kêm e. Heta niha tu namzedan polîtîkaya xwe ya derve pêşkêşnekirin e ev rewş xirab e û heta nih ji bo dewleta kurdan jî ev nekirin e. Polîtîkaya derve ya DYA’yê ji damezrandina wê heta niha li gel Tirkiyê ye. Di encama vê de desthilatdar bi kêfxweşî gel diqewisînên. Ev rewş li Sûriyê û Iraqê di dirûvek ziravtir de ye. lê bi gelemperî fikrê dewleta kurdî li DYA’yê ne xwedî piştgiriyek bihêz e.
Sirwan Kajjo: Ajandaya kurd a Komariyan tuneye
Rojnameger - nivîskar Sirwan Kajjo ku niha li DYA’yê ye eşkere kir ku ji namzedên Komariyan heta niha 4 kesan gotiye ku ew ê piştgiriyê bidin kurdan, lê ji bo piştgiriya dewletek serbixwe ya kurdan tiştek neanîne ziman. Kajjo diyar kir ku di ajandaya kurd a namzedên Komarxwaz de piştgirîkirina kurdan nine lê ji bo biçekkirina kurdan hemû di heman fikrê de ne. Kajjo got, “Ez ne bawer im ku ji bo piştgiriya dewletek serbixwe ya kurdan tiştekê bînin ziman. Komarxwaz zêdetir dibêjin ku pêwîst e çek ji kurdan re bên dayîn. Li gorî min Komarxwaz piştgiriyê nadin serxwebûnê. Komarxwaz di şerê li dijî DAIŞ’ê de dibêjin bila kurd zêdetir bên biçekkirin. Ji ber ku Amerîka naxwaze leşker bişîne Sûriye û Iraqê li şûna wê çekan ji kurdan re dişîne.”
Rojnameger Kajjo diyar kir ku hin namzedên Komarxwaz kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê hevgirtî dibînin û ajandayeke wan a taybet ya di derbarê kurdan de tune ye.
“Hillary Clinton ji bo piştgiriya kurdan sozan dide”
Sirwan Kajjo ragihand ku namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton propagandaya piştgiriya kurdan dike û got ku wê polîtîkaya wê jî paralelî ya Obama be: “Ji namzetên Demokrat Hillary Clinton soza piştgiriya kurdan dide. Di axaftinên xwe de qala alîkariyên leşkerî û siyasî ji bo kurdan dike. Polîtîkaya derve ya Clintonê wê paralelî ya polîtîkaya derve ya Obama be. Heke bibe serok ez ne di wê fikrê de me ku polîtîkayak cuda bimeşîne.” Kajjo her wiha amaje bi wê yekê kir ku heke di serdema nû de namzedek Komarxwaz bibe serok ev wê di berjewendiya kurdan de be û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê mirov ji bîr neke ku polîtîkaya derve ya DYA’yê digûher in. Carînan hevpeyman dibin terorîst, terorîst jî dibin hevpeyman. Heke Rêveberiya Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne dibe ku DYA’yê jî defakto piştgiriyê bide. Lê belê ne pêkane ku mirov bibêje ku DYA wê di demek nêzde piştgiriya serxwebûn û referandûmê bike.”
Balayî: Di derbarê hilbijartinan de tiştekî ku tekez bûye tuneye
Rojnameger Necîb Balayî yê ku li DYA’yê dimîne jî bal kişand ser hilbijartinên DYA’yê û tekez kir ku hilbijartinên serokatiya DYA’yê hem ji aliyê alema Îslamê ve hem jî ji aliyê welatên Rojhilata Navîn ve ji nêz ve tê şopandin. Her wiha Balayî tekez kir ku berendamên Partiya Komarxwaz heta niha profîleke bi hêz nîşan nedane û namzetên Demokrat jî heta niha siyaseteke bi hêz birçêve nebirine. Li aliyê din Balayî daxuyand ku tu helwesta, namzetan ji bo rapirsîna serxwbûna Kurdistanê jî tuneye û wiha berdewam kir: “Niha hilbijartinên pêşwext hene. Tiştekî ku tekez bûye tuneye. Namzet niha xwe û polîtîkyên xwe didin nasandin. Di derbarê kurdan de hin sozan didin lê belê divê ev ewqasî zêde neyên mezin kirin.”
Her wiha Balayî bal kişand ser danûstendinên dawî yên di navbera Washington û Hewlêrê jî û amaje bi wê yekê kir ku heta ku kurd yekgirtinê saz nekin ew ê piştgiriyê ji DYA’yê nestînin. Balayî ragihand ku DYA’yê geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne û wiha axivî: “Li Kurdistanê qeyraneke darayî heye. Şerê bi DAIŞ’ê re, koçberên ku li Kurdistanê ne qeyraneke mezin pêkanîn li Kurdistanê. Rayedarên DYA’yê ew ê piştgiriya Kurdistan bikin. Di şerê lik dijî DAIŞ’ê de ew ê piştgiriya Kurdistanê bikin. Nûnerê Peywendiyên Derve yê PDK’ê Hêmin Hewramî beriya bi çend rojan livir bû. Em li ser danûstendin û dîplomasiya DYA û Kurdistanê axivîn. Heta ku kurd wêneyekî yekgirtî nîşan nedin DYA’yê ew ê pişgtiriyeke xurt nede kurdan. Me ev yek ji Hewramî jî re got.”
Ehmed: Rapirsîna serxwebûnê ji DYA’yê jî giring e
Rojnameger Luqman Ehmed jî dide zanîn ku namzetên Partiya Komarxwaz, di bangeşeya xwe ya hilbijartinê de çekdarkirin û piştevanîiya li kurdan derdixin bê û wê yekê tînin ziman. Her wiha Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku li gel piştevaniya li rapirsîna Herêma Kurdiatanê piştevaniya kurdên Rojava jî di rojeva bernamzetan deye û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî namzetên Partiya Komarxwaz, eşkere dikin ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de divê bêhtir alikariya kurdan bê kirin. Ne bi tenê piştevaniya hêzên Başûrê Kurdistanê, piştevaniya aliyên din ê kurd jî di rojevê deye. Kurdli DYA’yê weke hêzên herî sereke yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin tên zanîn.” Li aliyê din jî Ehmed derbirî ku bernamzetên DYA’yê hem ji ber polîtîkaya NATO’yê hem jî ji ber berjewendiyên hin dewletên din piştevaniya xwe ya ji rapirsîna serxwebûnê re eşkere nakin. Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed ragihand ku serxwebûna Kurdistanê hem ji bo bo DYA’yê hevpeymanên giring e.
Her wiha Ehmed bal kişand peywendiyên dîplomasiyên yên Washington û Hewlêrê û wiha axivî:“Rayedarên pilebilind ê DYA’yê diçin Hewlêrê, rayedarên Kurdistanê jî tên Washingtonê,Serok Mesûd Barzanî jî hat Washingtonê. Peywendiyên wan bi kurdan re baş in. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de hemahengiyek baş pêk hat.” Ehmed rave dike ku hin dewletên li herêmê dijî hebûna dewleteke kurdî ne û ji ber wê yekê jî DYA’yê naxwaze bikeve nava arîşêyên li Rojhilata Navîn. Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî dike ku heta havînê ew ê hem ji bo kurdan hem jî ji bo DYA’yê rewş zelal bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di ajandaya DYA’yê de serxwebûn heye an tuneye em nizanin. Lê belê Îran û Tirkiye dijî serxwebûna Kurdistanê ne. DYA’yê jî ji ber berjewendiyên xwe naxwaze din ava meseleyan de cih bigre. Arîşeya kurdan arîşeyeke mezin e. Lêbelê şerê kurdan ê li dijî DAIŞ’ê derfeta wê yekê peyda dike ku ew ê piştevaniya leşkerî û siyasî ji bo kurdan berdewam bike. Di havînê de ew ê hemû tişt zelal bibe.“
Basnews
