• Friday, 20 February 2026
logo

Rojnameya Îranî: Pasdaran mîna DAIŞê anîn serê leşkerên amerîkî!

Gulan Media February 17, 2016 Nûçe
Rojnameya Îranî: Pasdaran mîna DAIŞê anîn serê leşkerên amerîkî!
Rojnameyeke Îranê, belavkirina dîmenên girtina leşkerên amerîkî ji aliyê pasdarên Îranê ve şiband dîmenên dîlên di destê DAIŞê de! Fermandeyê pasdaran jî dibêje, divê ew rojname tobe bike!

Roja 12ê meha Çile ya îsal, pasdarên Îranê li kendavê (başûrê Îranê) li nav sînorên avî yên Îranê de, 10 leşkerên Hêza Deryayî ya Amerîkayê, bi hêceta ku sînorê Îranê binpê kirine, girtibûn.

Piştî demek kurt (rojek nekişand) ew leşkerên amerîkî hatin berdan. Lê piştî çend rojan, pasdarên Îranê dîmen û wêneyên girtina wan leşkeran belav kirin. Di dîmenan de dihat dîtin ku pasdarên Îranê wan leşkerên amerîkî neçar dikin ku çokê xwe deynin erdê û destê xwe deynin ser serê xwe.

Herî dawî jî roja 11ê vê mehê, ku salvegera şoreşa îslamî ya Îranê bû, dîmenê leşkerekî amerîkî hat belavkirin ku digiriya. Li Tehran û hinek bajarên din jî, girtina leşkerên amerîkî wek şano hat nîşandan û ji aliyê îraniyan ve hat tirranekirin.

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî, ew pasdarên ku leşkerên amerîkî girtibûn, xelat kiribû û gotibû, “ew karê Xwedê bû!”

Rojnameyeke îranî bi navê “Qanûn” çend roj berê li ser belavkirina dîmenên girtina leşkerên amerîkî şiroveyek bi navnîşana “Gelo çima ew hêsîrê amerîkî digiriya?” belav kiribû û ew bûyer wiha rexne kiribû:

“Di xwepêşandana salvegera şoreşa îslamî de, ji bo biçûkkirina Amerîka yan jî ji bo êşandina gelê wî welatî, şano hat lîstin. Yek ji wan şanoyan, girêdana leşkerên amerîkî bi zincîran ya din jî belavkirina dîmenên giryana leşkerekî amerîkî bû…”

Di şiroveya rojnameya Qanûn de hatibû diyarkirin ku dibe ku sedema giryana wî leşkerî amerîkî ew be ku wisa zaniye di destê çekdarên DAIŞê de ye û kincên narincî lê kirine û dixwazin serê wî jêbikin yan jî fîşekekî li ser wî bidin!

Fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê li dijî wê rojnameyê bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, wê rojnameyê karekî pir xelet kiriye û divê tobe bike ku carekî din tiştekî wiha li ser mêrxasiya pasdaran nebêje! Ma çawa diwêre pasdaran bişibîne DAIŞê!

Rudaw
Top