• Friday, 20 February 2026
logo

Bajarokê Mareyê jî hat kontrolkirin

Gulan Media February 17, 2016 Nûçe
Bajarokê Mareyê jî hat kontrolkirin
Hêzên kurd piştî Til Rifatê cihek din jî yê stratejîk kontrolkirin. HSD’ê ku pêşengiya wê YPG dike bê şer û pevçûn bajarokê Mareyê jî bidestxist.

Pêşveçûna hêzên kurd ya li bakûrê Helebê û ber bi Ezazê ve didome. Hat ragihandin ku Hêzên Ceyş-ul Siwar ê ku di nava Hêzên Suriya demokratîk (HSD) de ye û hevalbendêYPG’ê ye îro bi eşîrên li bajêrê Mareyê re pêwendî danîn û bê şer û pevçûn bajarok kirin bin destê xwe.

HSD’ê beriya niha ragihandibû ku ew ji bo rizgarkirina bajarê Mareyê alîgirê şer nînin û bi wê mebestê bi eşîrên bajêr re ketibûn nav têkiliyan. Piştî daxwaza HSD’ê komên ku di nava vî bajarokî de bûn, ji herêmê derketin û kontrol ket destê hêzên kurd. Di nava van komên Mare terikandî de Ehrar el Şam jî heye ku Tirkiye bi piştgiriya wê tê tawanbarkirin.

Tê gotin ku bajarokê Mareyê yek ji wan bajaran e ku di destpêkê de serî li hemberî rejîma Sûriyê hilda û ji ber wê yekê ev bajarok girîng tê dîtin.

Basnews
Top