• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Rûsîya û Esedî divên rê bo Kurd vekin.

Gulan Media February 17, 2016 Nûçe
Erdogan: Rûsîya û Esedî divên rê bo Kurd vekin.

Serok Komara Turkîya Receb Tayîb Erdogan ragehand: Opirasyuna hovînîya Rosîya û Sûryayê li bakurê Helebê armanc jê rê vekirine bo Kurd. Erdogan îdaneya wan rexnan kir ku ji alîyê hevpeymanên wê arasteya Turkîyayê dihên kirin bi egera bûrdumankirina Yekeyên Paraztina Gel li Rojavaya Kurdistanê.

Serokê Komara Turkîyayê got jî: YPG çengê serbazîyê PYDye û bi wê yekê jî tûmetbarkirin ku ji alîyê Esed ve hatine duristkirin.

Herweha got: Di niha de ku piroseya zemînîya Rosîyayê bi awayek a hovînî bi rêve dihere û xelkên sîvîl dike armanc û ew bûrdumana Rosîya û Suryayê armanc jê duristkirina piştêna asayîşîye bo PYDê.

Erdogan di kongireyeka rojnamevanî de got: Min divêt evê gotarê arasteya hevpeyman li welatên rojava bikim. Yekeyên Paraztina Gelê Kurd û Partîya Yekêtîya Demukratî dû rêkxistîyên teroristin û dîrok jî rehmê bi wan alîyan nake ku harîkarîya evan corên rêkxistîyan dikin.

Yekeyên Paraztina Gel bi bihêztirîn hêzên çekdar dihên hijmartin ku şîyane li Sûrîya berngarî çekdarên tûndrewên mîlîşyayên îslamî û rêkxistîya Daişê bibin.

Di vê çarçoveyê de şîyaye devereka aram bo hevwelatîyan li Rojavaya Kurdistanê dabîn bike û rê li pêşya Daişê bigre ku deverên Rojava Kurdistanê dagîr bike.

Di niha de Emerîka û welatên Ewrupayê, ev hêza Kurdî bi fermî dinasin û têkelî pê re duristkirine.

Duhî jî wezareta derveya Emerîkayê di daxuyannameyekê de careka din bi fermî ragehand ku bi bawerîya Emerîkayê YPG karîgertirîn hêze ku bişêt berngarî daişê bibe û reftarê li gel bike.

Niha YPG ber bi deverên derdorê Helebê û hevsinûrê Turkîyayê diçe û tenê şeş Kilometir mane bigehin ordîyên Daişê û pêşveçûna wan ber bi sinûrên Turkîyayê û derbazbûna wan ji çemê Furatê Turkîya nîgeran kirîye.

Nîgeranîyên Turkîyayê ser gehande wê yekê, di çar rojên bûrî de ev welat bûrdumana deverên Rojavaya Kurdistanê û baregehên PYD û YPG bike bi aramanca rêgirtinê ji pêşveçûna YPG ber bi Helebê.

K24
Top