PDK bi tundî bersifa daxuyaniyên Ebadî dide
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Xasro Goran got Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tinazê xwe bi hestê Kurdan dike.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistaê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Xasro Goran derbarê gotina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya “Eger Kurdistanê tevahiya petrola xwe bide Bexdayê, ew dikarin mûçeyê karmendên Kurdistanê bidin.
Xasro Goran bertekên xwe li hemberî Heyder Ebadî nîşanda û got: “Gotinên wî ne rast in. Ebadî car caran wiha diaxive, lê tinazê xwe bi hestê Kurdan dike.”
Goran amaje kir ku Ebadî heger rast dibêje dê pêgirê rêkeftina navbera Hewlêrê û Bexdayê biba û jixwe wê demê pirsgirek nedima.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, duh ji televîzyoneke iraqî re li ser rewşa Kurdistanê axivîbû û gotibû, Herêma Kurdistanê %16ê petrola Iraqê difroşe çawa nikare mûçeyê karmendên xwe bide!
Ebadî her wiha gotibû, eger Kurdistanê tevahiya petrola xwe radestî Bexdayê bike, em dikarin mûçeyê karmendên wan jî bidin.
