• Tuesday, 19 May 2026
logo

Tirkiye Efrîn û Ezazê topbaran dike – Şehîd hene

Gulan Media February 15, 2016 Nûçe
Tirkiye Efrîn û Ezazê topbaran dike – Şehîd hene
Topbarana Tirkiyê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê di roja sêyemîn de berdewam e û li gor agahiyan, di encama tobaranên îro de 2 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Tirkiye li ser topbarankirina deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Îro sêyemîn roj e ku Tirkiye êrişî gund û deverên Kurdî yên di bin kontrola şervanên Kurd de dike.

Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, îro topxaneya Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarokê Dêr Cemal a girêdayî bajarê Ezazê li bakurê Helebê û herwiha gundên Merenaz, Kefer Antewan, El-Qemiyê, El-Malikiyê, gundê Minix, balafirgeha Minix û bajarokê Til Refhet da ber topan.

Artêşa Tirkiyê li qereqola Akçabaglar a li sînorê parêzgeha Kilisê ku dikeve bermaber gundê Yazî Bax ê Efrînê, topbarana deverên di bin kontrola hêzên Kurdî û hevalbendên wê yên wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Ceyş El-Suwar û Hêzên Sûriya demokratîk (HSD) de dike.

Hat ragihandin, ku di encama topbarana îro ya Artêşa Tirkiyê de, li bajarokê Dêr Cemal ê li derdora Ezazê 2 zarok şehîd bûn û çendîn kesên din jî birîndar bûn.

Rudaw
Top