• Friday, 20 February 2026
logo

Sekreterê Polîtbîroya PDKê: Daxwaza civînê ji Goran ne şerme

Gulan Media February 15, 2016 Nûçe
Sekreterê Polîtbîroya PDKê: Daxwaza civînê ji Goran ne şerme
Nivsgeha Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî bersiva Tevgera Goran da ragehand ku, wan bi tenê carekê daxwaza civînê ji Goran kirin

Piştî ku Endamê Civata Niştimanî yê Goran Omer Seyid Elî ragehandibû ku PDKê çend caran daxwaza civînê ligel wan kirye, lêbelê wan red daxwaza PDKê red kirine , îro 15 Sibatê Nivîsgeha Fazil Mîranî bersiva Goran da û ragehand ku, wan bi tenê carekê daxwaza civînê ligel wan kirye û got: “Jibo berjewendiyên giştî yên Gelê Kurdistanê ne kêmaniye ku em çend caran ligel hev bicivin.”

Deqê daxuyaniya nivîsgeha Fazil Mîranî:

Ev demeke ragehandina Tevgera Goran behsa wê yekê dikin ku Partiya Demokrata Kurdistanê di riya Sekreterê Polîtbîroya xwe re daxwaza civînê kiriye lêbelê Goran red kiriye. Yê li ragehandina Goran guhdarî bike wê bêje qey PDKê rojane vê daxwazê arasteyî Goran dike. Bi tenê Fazil Mîranî bi telîfonê ligel berêz Kak Omer Seyid Elî axifî ye û jibo dîrokê Kak Omer red nekir û got: Em dê di nav xwe de vê yekê gotûbêj bikin û bersivê bidin we, bi tenê wê care bû. Tevî ku em amade ne û ne kêmanî ye jibo berjewendiyên giştî yên Gelê Kurdistanê em çend caran daxwaza civînan lihev bikin, lêbelê şêweyê ku ragehandina Goran behs dike pêwîst nake, jibo vê yekê me ev daxuyanî belav kir.
Ligel rêza me de…
Nivîsgeha Ragehandina Sekreterê Polîtbîroya PDKê
15.02.2016z
Top