Tirkiyê dîsa êrişî YPGê kir! Rûsyayê jî li Ezazê da!
Çavkaniyên nêzîkî YPGê eşkere kirin ku artêşa Tirkiyê îro danê sibê, bi hêceta lêdana çeperên YPGê, gundên Qetme Qîbar û Kefercenê yên Efrînê da ber topan.
Li gorî agahiyan, ji ber topbaranê tiştek bi kesî nehatiye lê malên gundiyan ziyanek mezin dîtine.
Medyaya Tirkiyê jî ragihand, artêşa Tirkiyê îro ji danê sibê ve heta niha derdora balafirgeha Minixê ya bajarê Ezazê yê Sûriyê, ku çend roj berê ketibû destê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, didin ber topan.
Ev sê roj in artêşa Tirkiyê çeperên şervanên YPG/HSDê yên li Rojavayê Kurdistanê dide ber topan.
Li gorî agahiyên fermî, di topbarana duh de 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dabûn.
Balafirên Rûsya li Ezazê dan
Ji aliyekî din, balafirên şer ên Rûsya, li nav bajarê Ezazê li çekdarên îslamî yên radîkal dan.
Li gorî agahiyan, di encama êrişa balafiran de gellek çekdar hatine kuştin û gellek kes jî birîndar bûne.
Hat gotin ku birîndar derbasî Tirkiyê hatine kirin û li nexweşxaneya bajarê Kilîsê hatine razandin.
Bajarê Ezazê yê Sûriyê li hember bajarê Kilîsê yê Tirkiyê ye.
Rudaw
