Sûriyê li ser êrişên Tirkiyê li dijî YPGê bertek nîşan da
Wezareta Derve ya Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê yên li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de nerazîbûna xwe anî ziman û êrişên Tirkiyê şermezar kir.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA aşkere kir, ku Wezareta Derve ya Sûriyê li ser dijminatiya Tirkiyê li hember gel û hikûmeta Sûriyê û herwiha binpêkirina serweriya Sûriyê du name ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Ki moon û Serokê Encnumena Asayişa Navdewletî Rafael Ramirez re şandiye.
Li gor wê nûçeyê, Wezareta Derve ya Sûriyê amaje bi topbarankirina herêmên Kurdî yên di nav axa Sûriyê de kiriye û daye xuyakirin, ku roja şemiyê 13ê Sibatê piştî nîvro topxaneya giran a Tirkiyê ji nav axa Tirkiyê ve dest bi topbarankirina axa Sûriyê kiriye û têde çend cihên ku Kurd lê dijîn, kiriye armanc.
Wezareta Derve ya Sûriyê di nameyên xwe yên bo NY de ragihandiye, ku Artêşa Tirkiyê gundên Merenaz, El-Malikiyem Eyn Deqne, Nazî Bax û Minix dane ber topan.
Di nameyên bo NY de herwiha tê gotin, ku ew êriş û topbaranên Tirkiyê li dijî wealtiyên Kurd ên Sûriyê piştî pêşveçûnên leşkerî yên Artêşa Sûriyê û hêzên Kurdî li derdora parêzgeha Helebê çêbûne û ew yek jî wek piştgîrîkirina rasterast a Enqerê bo komên çekdar û terorîstî bi nav kiriye.
Tirkiyê duh û îro çend cihên di bin kontrola YPGê û hêzên Ceyş El-Suwar de ku hevalbendê YPGê ye, bi giranî topbaran kir.
Tirkiyê îdia kiriye, ku topbarana hinek cihên di nav axa Sûriyê de piştî wê yekê hatiye, ku ji nav axa Sûriyê ve êrişî çend xalên leşkerî yên Tirkiyê hatiye kirin û wan jî bersiva êrişan daye.
Ji aliyê xwe ve jî him YPGê û him Ceyş El-Suwar ew îdiaya Tirkiyê bi tundî red kirine.
Rudaw
